Di 27ê Tebaxa 2023yan de, Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) destpêkirina operasyoneke ewlekarî li Dêra Zorê bi navê “Xurtkirina Ewlehîyê” bi daxuyanîyekê li ser malpera xwe ya fermî ragihand. Daxuyanîyê armancên operasyonê destnîşan kirin û tê de hate gotin: “Ev operasyon – bi armancên taybet – berfirehkirina operasyonên berê yên li herêma Cizîr û Reqqayê ye; ji bo têkbirina şaneyên DAIŞ’ê, pêşîgirtina li operasyonên wan ên gengaz û şopandina sûcdarên ku neheqî li xelkên sivîl kirine, her wiha ji bo şopandina qaçaxçîyên ku debara jîyana xelkê xistine bazarê jî hatiye destpêkirin.”
Piştî vê daxuyanîyê, biryarek di 30ê tebaxa 2023yan de derket, Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) tê de bidûrxistina serokê Encumena Leşkerî ya Dêra Zorê (Ehmed El-Xebîl/ Ebû Xewla) ragihand. Li gor biryarê, girtina wî xwe spart fermana Dozgerîya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê.
Di rojên pêşîn ên operasyona “Xurtkirina Ewlehîyê” de, şer di navbera endamên Encumena Dera Zorê ya Leşkerî û hêzên operasyonê de rû da. Meydana vî şerî li hejmareke bajarok û gundên gundewarê bakurê Dêra Zorê, mîna bajarokê Bisêrayê bû, paşê berfirehtir bû û gihaşte herêmên gundewarê rojhilatî mîna bajarokên Zîban û Şihêlê.
Bi sedan endamên çekdar ên êl û eşîran tev li qadên kêferatê bûn, hejmareke kesayetên eşîran teqez kir ku çekdarên eşîran berevanîyê di ber Encumena Dêra Zorê ya Leşkerî û Serokê wê Ehmed El-Xebîl de nakin, lê daxwazên wan ên taybet hene, mîna mafê wan yê parastina ewlehîya herêmên wan.
Di rojên borî de, serkirde û rûspîyên eşîran, çalakîvanên civaka sivîl û rewşenbîran hejmareke daxuyanî da. Ji bo parastina sivîlan, di van daxuyanîyan de teqezî li ser giringîya rawestandina şer hat kirin, her wiha encamên neyênî yên mirovî û ewlekarî yên di berdewamîya şer de li ba sivîlan peyda dibin jî hatin dîyarkirin. Hevpeymanîya Navdewletî bi Serkirdayetîya Dugelên Yekbûyî yên Amerîkayê jî daxuyanîyek di 1ê îlona 2023yan de belav kir û doza rawestandina şer li Dêra Zorê kir.
Rewşa heyî bû sedema kuştin û birîndarkirina hejmareke sivîlan, gelek rêyên sereke yên diçin Dêra Zorê hatin girtin û bi berdewamîya vî şerî gef li kêmbûna kelûpelên sereke jî tê xwarin. Ev yek di heman demê de rê li ber hewldanên hin grûpan vekir ku êstgehên avê û nexweşxaneyan bikin armanc û derfet da hin grûpên din ku nearamîyê belav bikin û pêkhateyên Bakurrojhilatê Sûrîyayê ji hev dûr bixin.
Rêxistinên îmzeker doza agirbesteke demlidest ji hemû alîyan dikin û ji bo vegerandina aramîyê li parêzgeha Dêra Zorê bi rêya danûstendinên yekser di nav alîyên pêwendîdar de bang dikin. Dezgehên ragihandinê yên ku hewl dan şer weke şerekî “Kurdî-Erebî” dîyar bikin jî ji alîyê rêxistinan ve hatin şermezarkirin, her wiha doza rawestandina çi dezgehên ragihandinê yên li dij çi pêkhateyên li Sûrîyayê hat kirin.
Rêxistinên îmzeker parastina sivîlan weke armanceke pêşikî destnîşan dikin û banga cezakirina hemû alîyên pêwendîdarî binpêkirinên der heqê sivîlan jî dikin. Dawazên wan ji bo van alîyan ev in:
Yekem: Hêzên Sûrîyaya Demokratîk û Hevpeymanîya Navdewletî:
- Divê bi awayekî lezgîn kelûpelên sereke li hemû herêmên Dêra Zorê yên ku ziyan ji ber bûyerên dawî dîtine werin peydakirin. Pêwîst e avahîyên giştî werin bêalîkirin. Divê garantî ji bo gihaştina alîkarîyên mirovî û hesankirina tevgera rêxistinên hawarçûnê bo gihandina alîkarîyan ji kesên ziyanxwarî re jî were dayîn.
- Divê ji bo van bûyerên dawî yên li hemî herêmên Dêra Zorê yên der barê armanckirina sivîlan de lêpirsîneke zelal û bêalî pêk were. Ev yek divê bi rêya damezrandina komîteyeke qanûnî ya serbixwe bigihêje serî, da ku dadmendî bo hemû qurbanan were dabînkirin.
Dûyem: Rêveberîya Xweser û Encumena Sûrîyaya Demokratîk:
- Pêwîst e yekser daxwazên navxweyî yên beşdarîya çalak a xelkên herêmê di rêveberîya ewlekarî û sivîlane de werin gengeşekirin. Ev yek divê bi rêya danûstandina li gel nûnerên civaka navxweyî pêk were; ji rûspîyê eşîran bigire, heya rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr û kesayetên serbixwe, her wiha hevkarîya li gel serkirdeyên navxweyî bo bijartina nûnerên guncaw di rêveberîya ewlekarî û sivîl de.
- Ji bo tu binpêkirin der heqê sivîlan de neyê kirin û tu kes ji sizayê nefilite, divê mekanîzmeyên çavdêrî û cezakirinê werin pejirandin. Pêwîst e ev tişt bi rêya danîna kesayetên guncaw di nava desteyên çavdêrîya navxweyî de pêk were, her wiha bi standina şêwirmendîya nûnerên civaka navxweyî û rêxistinên civaka sivîl.
Sêyem: Nûnerên civaka navxweyî ji serkirdeyên eşîran, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr û kesayetên serbixwe:
- Ji bo beşdarkirina serkirdeyên sivîl û çalakîvanên civaka sivîl bi armanca ku bigihêjin nerîneke giştgir der barê birêvebirina ewlekarî û sivîl ya herêmê de, divê civaka navxweyî ya li Dêra Zorê li hev rûne û li hev bişêwire.
- Ji bo daxwazên xelkên deverê yên girêdayî beşdarîya wan di revebirina ewlekarî û ya sivîl da bêne bicihanîn, divê danûstandin li gel Hêzên Sûrîyaya Demokratîk û Hevpeymanîya Navdewletî werin destpêkirin.
Rêxistinên Îmzeker
- Al-Diyar society
- Amal for development
- Analysis and Strategic Studies Organization (ASO)
- Anwar algad
- Ashna for development
- Awda for development
- Baytna
- Better Tomorrow organization
- Bridges of peace for development
- D.R
- Center for Civil Society and Democracy /CCSD
- Coalition of civil society organizations in north east Syria
- Community Solidarity Organization
- Country Raqqa Organization
- DAR Association for Victims of Forced Displacement
- Deirna organization
- Ella Organization For Development and Peacebuilding
- Ensaf for development
- Eridu center for civil society and democracy
- Euphrates NGO
- Fajr
- For Them Organisation
- ForFeminist
- Future Makers Team
- Hamzet wasel
- alfurat
- HDF Humanitarian
- HLOM
- Human Organization for Construction and Development
- Jasmine Association
- Justice for Life
- Medical Relief for Syria
- PÊL- Civil Waves
- Qadar Organization
- Rose organization for support and empowerment
- Sahem Organization for Cooperation and Development
- SALAM organization
- SANAD Humanitarian Organization
- Share for Community Develooment
- Shawshaka Association for Women
- Sphere for Development
- Swaedna Organization for Relief and Development
- Synergy Association for Victims
- Syria Justice and Accountability Centre
- Syriac Strategic Research Centre
- Syrian Forum
- Syrian Yazidi Union
- Syrians for Truth and Justice – STJ
- Tal-Abiyad Forum for civil society
- Tara Organisation
- Tayif Humanitarian Organization
- The Day After
- Together For Deir Ezzor
- TOTOL Foundation
- Urnammu for Justice & human rights
- Women Now for Development
- Youth for change
- Zameen for development and peacebuilding
- Zorna Organization for Development